Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê: Di êrîşên dawîn ên Îsraîlê da 27 kes hatin kuştin
Istanbul
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyand ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê yên 24 saetên dawî da 27 Filistînî hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê ji ber hincetên cuda êrîşên li dijî Xezeyê didomîne.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da got di êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawî da 27 Filistînî hatin kuştin, 18 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin li Xezeyê ji agirbesta 10ê Cotmeha 2025an û heta niha, di êrîşên Îsraîlê da 574 kes hatin kuştin, cinazeyên 717 kesan ji binê kavilan hatin derxistin û 1518 kes jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin, hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin, derket 71 hezar û 851î û ya birîndaran jî bû 171 hezar û 626.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
