Mahmut Geldi
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê êrîşên asîmanî yên Îsraîlê ku rasterast depoyên dermanan li Xeta Xezeyê kirin armanc, şermezar kir û ragihand, di êrîşên navborî da ji 4 enbarên dermanan 2 heb hatin îmhekirin.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da bi bîr xist ku artêşa Îsraîlê îro danê sibê enbarên dermanan ên li Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya li Xezeyê bombebaran kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin, "Em sûcê barbar ê hêzên dagirker ên Îsraîlê şermezar dikin ku rasterast û bi awayekî sîstematîk enbarên dermanan ên li Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê hedef digirin" û her wiha hat gotin ku di encama êrîşa bi moşekên teqemeniya bilind da ji 4 enbarên dermanan ên li herêmê 2 heb hatine îmhekirin.
Her wiha di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 2 depoyên dermanan ên mayî jî zirareke mezin dîtine.