Tolga Akbaba
17 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2026
Wezareta Tandirustiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên dawî yên DYAyê li dijî wî welatî da hejmara kuştiyan gihîşt 38an û ya birîndaran jî ji 400î derbas bû.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Huseyn Kirmanpûr ji hesabê xwe yê li ser platforma medyaya civakî ya X a li Amerîkayê parvekirinek kir û agahiyên dawî yên derbarê êrîşan da parve kir.
Kirmanpur diyar kir ku di êrîşên DYAyê yên meha temûzê da zêdetirî 400 kes ku di nava wan da jin û zarok jî hebûn, birîndar bûn û 38 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Kirmanpur di daxuyaniyeke berî nuha da ragihandibû ku di wan êrîşan de 35 kesan canê xwe ji dest dane û herî kêm 300 kes jî birîndar bûne.