Dinya

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî xwepêşandana PKKyiyan a li Avusturyayê da

Türkan Tosun  | 29.06.2020 - Rojanekırın : 29.06.2020
Wezareta Karên Derva bertek nîşanî xwepêşandana PKKyiyan a li Avusturyayê da

Ankara

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî xwepêşandana alîgirên PKKyê yên li Avusturyayê da û got divê ji bo vê xwepêşandanê destûr neyê dayîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat gotin li Viyanaya paytextê Avusturyayê alîgirên PKKyê çend roj e li ser hev xwepêşandanê dikin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "PKKya rêxistina terorê û alîgirên wê çend roj e li ser hevdu xwepêşandanê dikin ku ev jî nîşan dide ku di têkoşîna dijî terorê da dilsozî tune."

Hat destnîşankirin Tirkiye dijî rêxistina terorê li hundir û dervayî sînor operasyonên serkeftî dike û encamên girîng tên bidestxistin.

Ji bo mudaxaleya polêsên Avusturyayê jî hat gotin ji ber wan hin Tirk birîndar bûne, hin kargehên Tirkan jî zirar dîtine ku ew vê yekê şermezar dikin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi destê xwepêşandêran propagandaya PKKya rêxistina terorê tê kirin, sembolên rêxistina terorê tên bikaranîn û welatê me hedef tê nîşandan. Destûrdayîna van tiştan tu car nayê qebûlkirin. Tirkiye li nav sînorên xwe û dervayî sînor dijî terorê têkoşîneke bibiryar dide û encamên berbiçav tên bidestxistin ku li hemberî vê rewşê girîngiya wê baştir tê fêmkirin. Ji ber operasyonên me yên serkeftî PKKya rêxistina terorê ber bi qedandinê va ye ku ev hewldanên ji bo piştgiriya wê tên dayîn bêfeyde ne."

Ji rayedarên Avusturyayê ra hat gotin PKK ji hêla Yekîtiya Ewropayê va jî wek rêxistina terorê tê qebûlkirin û divê li dijî wê têkoşîn bê dayîn û ew ji bo siyaseta populîst neyê bikaranîn.

Daxuyanî wiha qediya: "Komên PKKyî 4 roj e li Viyanayê li ser hev xwepêşanê dikin, ji bilî vê hêzên ewlehiyê yên Avusturyayê li hemberî ciwanên Tirk tund tevdigerin. Ji bo ku em ji van tiştan fikara xwe bidîn zanîn emê gazî Balyozê Enqereyê yê Avusturyayê bikin ku ew bê Wezareta me."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.