Dinya

Wezîr Gul li Amerîkayê pêvajoya îadeya serkirdeyê FETOyê gotûbêj kir

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul:Di çarçoveya peymanên navneteweyî û peymanên di navbera herdu welatan da divê heya niha gav hatibûya avêtin. Di vê mijarê da heta niha tu geşedan tuneye ku mumkin nîne em vê yekê qebûl bikin"

Önder Beyter   | 12.06.2019
Wezîr Gul li Amerîkayê pêvajoya îadeya serkirdeyê FETOyê gotûbêj kir

Washington DC

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der heqê pêvajoya îadeya serkirdeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) Fetullah Gulen da wiha got, "Di çarçoveya peymanên navneteweyî û peymanên di navbera herdu welatan da divê heya niha gav hatibûya avêtin. Di vê mijarê da heta niha tu geşedan tuneye û ji ber vê jî mumkin nîne em vê yekê qebûl bikin."

Wezîrê Gul ligel hemtayê xwe yê Amerîkayî William Barr li Washingtonê hat cem hev û dû ra civîna xwe ya ligel Barr û hevdîtinên xwe yên mayîn di civîna digel rojnamegerên Tirk da nirxand.

Wezîr Gul diyar kir ku pêşiyê ew li New Yorkê beşdarî Roja Tirkan bû û paşê jî wî mizgefta ku li New Havenê hat şewitandin ziyaret kir. Gul herwiha destnîşan kir ku ji bo wî serfirazî û kêfxweşiyeke mezin e ku ew ligel welatiyên Tirk ku li Amerîkayê dijîn hat cem hev.

Gul hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Edaletê yê Amerîkayê Barr ra nirxand û wiha got, "Em li ser alîkariya edlî ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da û herwiha mijarên têkildarî peymanên navneteweyî sekinîn. Hevdîtineke sûdwer û mefadar bû. Hêvîdar im em ê encamên xweşik bi dest bixin."

"Heta niha tu geşedan tuneye û ji ber vê jî mumkin nîne em vê yekê qebûl bikin"

Abdulhamît Gul diyar kir ku ew li ser pêvajoya îadeya serkirdeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) Fetullah Gulen sekinîn û wiha dewam kir, "Di çarçoveya peymanên navneteweyî û peymanên di navbera herdu welatan da divê heya niha gav hatibûya avêtin. Di vê mijarê da heta niha tu geşedan tuneye û ji ber vê jî mumkin nîne em vê yekê qebûl bikin. Nexasim delîl, belge û talebnameyên ku meqamên dadrêsê yên Tirk radestî Amerîkayê kirine, em dibînin ku hê jî neçûne ber destê meqamên edlî û qebûla vê yekê ji bo me ne pêkan e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın