Dinya

Wezîrên Parastinê yên NATOyê bi rêya vîdeo konferansê hatin bal hev

Wezîrên parastinê yên welatên endamên NATOyê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bi rêya vîdeo konferansê civîn kir.

Elif Irmak   | 22.10.2020
Wezîrên Parastinê yên NATOyê bi rêya vîdeo konferansê hatin bal hev

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Wezîrên parastinê yên welatên endamên NATOyê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bi rêya vîdeo konferansê civîn kir.

Di civînê da Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar Tirkiyeyê temsîl dike.

Di rojeva Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê ya ku dê du rojan dewam bike da mijarên wekî parvekirina barê adil, mîsyonên NATOyê yên li Iraq û Efxanistanê, xurtkirina zeximiya civakan û beranberî kapasîteya fuzeyan a Rûsyayê xurtkirina parastin û texilkeriyê cî digirin.

Herwiha tê payîn ku wezîr ji bo ku li Fermandariya Asîmanê ya Mitefîq a li Ramsteîna bajarê Almanyayê Navenda Fezayê ya NATOyê bê avakirin li hev bikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg dema ku der barê navendê da agahî dabûn gotibû ku "Hin welatên wekî Rûsya û Çînê pergalên ku dê peykan kor bike, berteref bike yan jî bêxe pêş dixin. Feza ji bo me di mijara meşîna fuzeyan, ragihandin û tesbîtkirina wan da gelekî girîng e. Ragihandina peykê ya bilez, çalak û ewledar ji bo eskerên me heyatî ye."

Zêdekirina zexmiya mitefîqan jî mijarên wekî 5G û telekomunîkasyon, tehdîdên sîber, ewlehiya zîncirên erzê û heyberên ku biyanî li welatê NATOyê xwediy wan in û wan kontrol dikin dihewîne.

Wezîrên Parastinê yên NATOyê dê di roja duyemîn a civînan da li ser mîsyonên NATOyê yên Efxanistan û Iraqê bisekine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın