Dinya

Wall Street Journal: Trump amadehiyan dike ku partiyeke nû ava bike

Hat îdiakirin Serokê Amerîkayê Donald Trump van rojan li der û dora xwe ya nêzîk ra ji bo avakirina partiyeke nû diaxive.

Türkan Tosun  | 20.01.2021 - Rojanekırın : 21.01.2021
Wall Street Journal: Trump amadehiyan dike ku partiyeke nû ava bike

Washington DC

 Hat îdiakirin Serokê Amerîkayê Donald Trump van rojan li der û dora xwe ya nêzîk ra ji bo avakirina partiyeke nû diaxive.

Rojnameya Wall Street Journalê wek çavkanî kesên bi mijarê ra eleqedar in nîşan da û got Trumpê ku îro wê terka Qesra Spî bike amadehiyan dike ku partiyeke nû ava bike.

Çavkaniyan got Trump kesên li der û dora xwe ya nêzîk ra ji bo avakirina partiyeke nû diaxive û navê partiyê jî wê bibe Patriot Party (Partiya Welatparêzan).

Piştî ku alîgirên Trump li ser Kongreya Amerîkayê da girtîbûn, navbera Trump û hin kesên di Partiya Komarhezan da ne xera bûbû.

Trump di hilbijartinên 3yê Mijdara 2020î da têk çûbû, lê îdia kiribû hîle hatiye kirin û bertek nîşanî encamên hilbijartinan dabû. Du gelek eyaletan da hewdana wî ya hiqûqê têk çûbû.

Joe Bîdenê di hilbijartinan da bi ser ket wê îro bi saeta herêmî saet 12.00î da sond bixwe û bibe serokê Amerîkayê.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın