Dinya

Wall Street Journal: Rûsyayê hêzên Hafter zexim kir

Abdullah Tel   | 30.06.2020
Wall Street Journal: Rûsyayê hêzên Hafter zexim kir

London

Rojnameya Amerîkayê Wall Street Journalê di nûçeya xwe ya li Londonê nivîsîbû û dispart rayedarên Ewropayî û Libyayî da ragihand ku Rûsyayê hefteya borî ji bo Xelîfe Hefter qada neftê ya herî mezin a Libyayê bidest bixe eskerên bi peretî şand.

Di nûçeyê da hat gotin ku di nav hefteyeke dawîn da ji baregeheke hewayî ya li Sûriyeyê ber bi Libyayê va balafirên kargoyê yên Ûris bi rêk û pêk diçin û tên û rayedarên Amerîkayî jî gotin ku barê wan balafiran çek û esker in.

Di nûçeyê da îdiaya ku Rûsyayê di meha gulan û hezîranê da balafirên Mig-29an û pergalên radara pêşketî şandiye Libyayê cih girt.

Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê der barê mijarê da daxuyanî neda lê bibîrxistina ku saziyên eskerî yên taybet ên li wan deran nûnertiya hikûmeta Rûsyayê nakin di nûçeyê da hat dayîn.

- Ji Hefter ra 100 ton banknot

Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku Rûsyayê di meha nîsanê da nêzî 100 ton banknotên Libyayê ku bi destê xwe çap kiribû ji Hefter ra şand û îdiaya xwe jî spart qeydên gumruka Ûris.

Di nûçeyê da hat gotin ku wesayîtên bêmirov ên hewayî û şêwirmendên eskerî yên Tirkiyeyê piştî ku çûn Libyayê ew piştgirî û alîkariyên aşîkar û veşarî yên Rûsyayê dida Hefter qasî dihat xwestin bi kêr nehat.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.