Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî bi Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav ra hevdîtin kir

 Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî bi Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav ra hevdîtin kir.

Piştî hevdîtina ku mijarên pêşxistina peywendiyên bazirganî û çandî hatin gotûbûjkirin Ekîcî û Xoşnav civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Ekîcî da zanîn ku li ser daweta Waliyê Hewlêrê bi heyetekê ra hat Hewlêrê û got ku "Ez ji ber ku bajarekî nûjen û hêşîn ava kiriye Waliyê Hewlêrê pîroz dikim. Wek Şirnex em jî yek ji wan bajaran e ku bi lez pêş dikeve. Deriyê Sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîlê ya li bajarê me yek ji deriyên sînor ên herî mezin ên welêt e û rêjeya îxracata wir gelek e."

- "Armanca ji Xabûrê bazirganiya 30 milyar dolarî ye"

Deriyê Sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîlê yek ji deriyên sînor ên herî mezin ên dinyayê tê qebûlkirin û got ku "Salane bihayê 17 milyar dolarî miameleyên bazirganî tên kirin. Yek ji hedefên bingehîn ên Tirkiyeyê ji bo niha ew e ku vê reqamê derxîne 30 milyar dolarî."

Ekîcî diyar kir ku li deriyê sînor rojane 4 hezar kamyon û 10 hezar rêwî derbas dibin û wiha axivî:

"Ji ber daweta Waliyê Hewlêrê ya ji bo pêşxistina têkiliyên me yên bazirganî û kordînasyona me spasiya wî dikim. Gelên me yên ku bi hezaran sal e li vê herêmê dijîn wekî birayan e. Em ji bo ku vê biratiyê hê xurttir bikin divê di warên çand, huner û werzişê da jî têkiliyên xwe hê xurttir bikin."

Ekîcî da zanîn ku Waliyê Hewlêrê Xoşnav jî dawetî Şirnexê kir û ragihand ku dê bi Serokê PDKyê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ra jî hevdîtinê bike.

Ekîcî her wiha behsa mijara Tirkiyeya Bêteror jî kir û ev gotin:

"Welatiyên me piştgiriyeke tam didin pêvajoya aştiyê ya ku bi serokatiya Serokomar me (Recep Tayyîp Erdogan) dest pê kir. Ji ber vê yekê em divê ji bo serkeftina vê pêvajoyê bixebitin."

Xoşnav da zanîn ki Ekîciyê Waliyê Şirnexê cara ewil Hewlêr ziyaret kir û got ku "Em mutabiq man ku hevdîtinên me û diyaloga me berdewam bike."

Waliyê Hewlêrê Xoşnav got ku dê îcabetî daweta Walî Ekîcî bike û di demeke nêz da Şirnexê ziyaret bike.