Dinya

Um Mihemeda jinika ciwan a ku rejima Esed ew desteser kir, qala êşkenceyên girtîgehê kir

İbrahim Atmaca,Türkan Tosun   | 30.06.2020
Um Mihemeda jinika ciwan a ku rejima Esed ew desteser kir, qala êşkenceyên girtîgehê kir

Azez

 Li Sûriyeyê di sala 2013an da hêzên rejima Beşar Esed Sewsen Um Mihemeda 31 salî girt û da êşkenceyê. Um Mihemedê got ku êşkenceya ku anîn serê wê ji bîrê naçe û wiha dewam kir, "Kesên ku di girtîgehê da bûn, em wek meriv nedidîtin, mehkûmên li wê derê tenê wek nimre didîtin."

Li gor çavkaniyên mixalif ên Sûriyeyî vê gavê di girtîgeh û navendên jêpirsînê yên rejima Esed da herî kêm 500 hezar kes hene û di nav wan da jin jî hene.

Ji kesên ku ketina zindanên rejimê û paşê derketine, tenê hinek diwêrin qala serpêhatiyên xwe bikin.

Sevsen Um Mihemeda Humsî di hezîrana 2013an da li Sûriyeyê hatiye desteserkirin û ew ji deh hezaran kesên ku rastî êşkenceyê hatiye, tenê yek e.

Um Mihemdê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, hêzên rejimê ew kêfî girt û wiha dewam kir, "Bi behaneya ku min ji kesekî rejim lê digere ra peyameke kin şand, loma wan ez girtim. Nêzî 3 meh û nîvan di girtîgehên cuda da girtî mam. Rastî êşkenceyên herî tund hatim."

Um Mihemedê diyar kir ku bi îthamên pûç hatim sûcdarkirin û wê dema ku qala êşkenceyên anîne serê wê kir, hêsir ketin çavê wê û giriya.

Um Mihemedê girtîgehên rejima Esed şiband "cihên şerjêkirinê" û diyar kir ku wê di nav demeke kin da li Hums û Şamê gelek zindan dîtin û ji wan ya herî dijwar Şaxa Ewlehiya Eskerî ya li Humsê bû.

Jinika ciwan diyar kir ku birayê wê jî di sala 2012an da hat desteserkirin û ew bi êşkenceyê kuştin û wiha qala êşkence û xerabiyên ku anîne serê wê kir:

"Wexta em girtî bûn, me her roj hezar carî dixwast ku em bimirin. Ez di odeyeke piçûk da bi 40 jinî ra dimam. Pir germ bû, bêhna me diçikiya. Nedihîştin ku em razên. Em rojê tenê saeteke û 2yan radizan. Em dibetilîn, qudûmê me nedima. Ji bo me êşkenceya derûnî ji ya fîzîkî xerabtir bû. Bi zanetî em êşkence dikirin. Me mirina merivan li ber çavê xwe didît."

Um Mihemedê destnîşan kir ku êşkenceyên ku anîn serê wê, ji bîrê naçe û wiha dewam kir, "Me di demeke kin da êşkenceyên cuda cuda dîtin. Di jêpirsînê da li me didan ku bi me sûcên me nekirine, bidin îtirafkirin. Cixareyên xwe li ser bedena me ditemirandin. Çepilên me bi arîg va darda dikirin. Em bi saetan dardakirî man. Li cem min ceyran dan hin hevalê min. Ji bo ku ez xilas bûn ez şikir dikim. Înşallah hemû girtî ji wê zindanê bikaribin xilas bibin."

- "Ew 3 mehên di girtîgehê da ji bo min qasî 3 salan dirêj bû"

Jinika ciwan got ewê heta dawiya emrê xwe van rojên êşkenceyê ji bîr neke û wiha dewam kir: "Di girtîgehên rejimê da li ser navê mirovahiyê tiştek tunebû. Ev der ji bo zindiyan merzel bû. Ji bo wan yên di girtîgehê da ne mirov bûn, mehkûm ji bo wan bi tenê hejmar bûn. Me dengê îşkenceyê dibîhîst. Li ber hucreya ku em tê da bûn îşkence li ciwanan dikirin. Ew 3 mehên di girtîgehê da ji bo min qasî 3 salan dirêj bû."

Um Mihemedê got di girtîgehên rejimê da nedigotin jin, zar, kal û pîr hema li her kesî êşkence dikirin, kalek ji ber êşkenceyê mir.

Mihemedê got Esed ji ber van sûcan nehat cezakirin, civaka navneteweyî bêdeng dimîne.

Mihemedê anî ziman ji wê ra hatiye gotin ku heke daxwaza kesên êşkenceyê dikin bê kirin ewê îşkenceyê li wê nekin û wiha pê da çû: "Lê ji ber ku min ev daxwaz nedianîn cih her tim îşkence li min kirin. Ez jineke bihêz im, lê ji ber êşkenceyan bedena min dilerizî."

- Berdana wê

Um Mihemedê got ew di Îlona 2013an da bi saya peymana hevguhertina kesên dîlgirtî ya di navbera mixalifan û rejimê da hatiye berdan.

Mihemedê anî ziman ewê tu carê gotine rejimê neke, wek mixalif piştgiriyê bide şoreşê û wiha dewam kir: "Ezê piştgiriyê bidim hemû kampanyayên ji bo girtiyan tên kirin. Ezê kesên di girtîgehan da ne tu carê ji bîr nekim. Ezê her tim mafê wan biparêzim. Di girtîgehê da ji malbata min tu kes tunebe jî ewên li wir wek malbata min in."

Li gor rapora Şaxa Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji Adara 2011an vir va jê 173 zarok, 46 jin tevahî 14 hezar û 235 kes ji ber êşkenceya hêzên rejima Esed hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın