Hakan Çopur
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku "ji ber rêzgirtina xwe ya bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan", ew ê biçe Zîrweya NATOyê ya dê li Enqereyê bê lidarxistin.
Serokê Amerîkayê Trump di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Oval da ku bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ra li dar xist, pirsên biwarê rojevê bersivandin.
Trump, danûsitandinên Amerîka-Îranê û her wiha Zîrweya NATOyê ya ku dê li Enqereyê bê lidarxistin, nirxandin û der heqê beşdariya xwe ya zîrweyê da daxuyaniyên balkêş dan.
Trump diyar kir ku Tirkiye beşdarî şerê Îranê nebû û ew ji ber vê kêfxweş bû û wiha dewam kir, "Erdogan lîderekî gelekî baş e, kesekî pir bihêz e, artêşa wî jî newaze ye. Ew ji Tirkiyeyê hez dike û karekî pir baş dike, mirovekî rêzdar e, lîderekî rêzdar e û dostê min e."
Trump pirsa Yunus Paksoyê Nûnerê CNN Turkê yê Amerîkayê ya "gelo Trump di mijara motora jetê û firotina F-35an da dê bi xeberên xweş biçe Enqereyê yan na" wiha bersivand:
"Herhal ez ê wisa bikim. Tirkiye endamekî NATOyê ye. Hinek Tirkiyeyê wisa nabînin lê di rastiyê da wisa ye. Ew endamekî bihêz ê NATOyê ye. Belê muhtemelen ez ê tiştekî ku dê wî (Serokomar Erdogan) pir kêfxweş bike, bikim."
Trump her wiha bal kişand ku Tirkiye nexasim di warê pîşesaziya parastinê da xwedan cihekî pir giring e û wiha dewam kir, "Bingeheke qerase ya Tirkiyeyê ya pîşesaziya parastinê heye. 3 hezar şîrketên wê hene ku Amerîka jî di nav da li her derê îtifaqa NATOyê fealiyetê dimeşînin. Ew qas bihêz e ku mirov nizanin Tirkiye ji hêla eskerî va çi qas mezin e. Bi saya serê Erdogan artêşeke (Tirkiyeyê) wê ye pir bihêz heye."