Dinya

Trump tehdît kir ku Îran êrîşê bike ew ê bersiveke mezin bidin

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got heke Îran li dijî Amerîkayê êrîşekê bike ew ê bersiveke mezin bidin û tehdît kir.

Haydar Şahin  | 15.09.2020 - Rojanekırın : 15.09.2020
Trump tehdît kir ku Îran êrîşê bike ew ê bersiveke mezin bidin

Ankara

 Donald Trumpê Serokê Amerîkayê got heke Îran li dijî Amerîkayê êrîşekê bike ew ê bersiveke mezin bidin û tehdît kir.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê hişyarî da û got heke Îran êrîşî Amerîkayê bike ew ê encamên wê yên mezin hebin.

Trump bal kişand ser îdiayên dibêjin rêveberiya Tehranê ji bo heyfa kuştina General Qasim Silêmanî derxe pîlana suîqesdê dike û wiha got: "Heke Îran êrîşekê bibe ser Amerîkayê ew ê bersiveke 1000 qatî zêdetir bibîne."

Trumpê Serok biryara xwe ya ji bo kuştina Silêmanî parast û got ji ber ku "êrîş pîlan dikir, bû sedeme kuştina yekîneyên Amerîkayê û bi salan bû sedemê kuştin û êşan." ev biryar da.

- Kuştina Silêmanî

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) diyar kiribû ku Silêmanî û Ebu Mehdî el-Mihendisê Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê di 3yê rêbendanê da li nêzî Balafirgeha Bexdayê bi êrîşê hatin kuştin.

Di êrîşê da Silêmanî, serbazên Îranê û Mihendîsî jî tev 10 kes hatin kuştin.

Ayetillah Elî Xamaneyê serokê dînî yê Îranê piştî êrîşê daxuyanî dabû û gotibû, "Bi çûyîna wî karê ku wî dikir ew ê xilas nebe û rêya wî jî neyê girtin. Heyfeke mezin li benda sûcdaran e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın