Hakan Çopur
31 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2026
Serokê DYAyê Donald Trump di warê çekdanîna Hamasê li Xezeyê da ragihand ku Lijneya Aştiyê gihiştiyê peymaneke "dîrokî" û dema bêçekkirin biqede ewê Îsraîl ji Xezeyê vekişe.
Serokê DYAyê Trump di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da ragihand ku Lijneya Aşitiyê îro gihîştiye peymaneke giring.
Trump got, "Lijneya Aşitiyê di warê çekdanîna Hamasê û hemî komên çekdar ên li Xezeyê da îro gihîşt peymaneke dîrokî."
Derbarê vekişîna Îsraîlê ji Xezeyê, ku ew li wir qirkirinê dike, Trump diyar kir:
"Gava ku bêçekirin temam bibe, hêzên Îsraîlê dê vekişin, û Hêza Îstîqrarê ya Navneteweyî dê ligel hêzeke polîs a nû ya Filistînî bixebite da ku ewlehiya niştecihên Xezeyê û cîranên wê misoger bike."
- Spas ji Tirkiye, Qeter û Misrê re
Trump spasiya Tirkiye, Qeter û Misrê kir ji bo rolên wan ên navbeynkariyê di vê pêvajoyê da û got, "Me pêşketineke dîrokî bi dest xist, û hîn jî gelek kar heye ku were kirin."