Dinya

Trump plan dike ku meha pêş platforma xwe ya medyaya civakî bide destpêkirin

Emel Öz   | 21.10.2021
Trump plan dike ku meha pêş platforma xwe ya medyaya civakî bide destpêkirin

Ankara

Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump ragihand ku li gor plankirina wî dê "TRUTH Social"a platforma xwe ya medyaya civakî meha pêş bide destpêkirin.

Li gor nûçeya BBCyê, Trump daxuyanî da û diyar kir ku platforma wî dê li "dijî zorbestiya şirketên teknolojiyê yên mezin bisekine" û ev şirket sûcdar kirin ku dengên mixalif ên li Amerîkayê dibirin.

Trump wiha got, "Em li dinyayeke wisa dijîn ku Taliban li ser Twitterê pir çalak e, lê nahêlin dengê serokê Amerîkayê yê ku hûn pir jê hez dikin, derkeve. Ev nayê qebûlkirin."

Trump daxuyand ku TRUTH Social wê meha pêşiya me seba vexwandiyên hilbijartî were vekirin û li gor plankirina wî platform wê di çaryeka ewil a 2022yê da jî seba bikarhêneran were vekirin.

Platformên medyaya civakî Twitter, Youtube û Facebooka ku Google xwediyê wan e, ji ber îdiayên ku di 6ê rêbendanê da piştgirî da bûyerên Kongreyê û di hilbijartina serokatiyê ya 2020î da gendelî kiriye, hesabên Trump dabûn sekinandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın