Türkan Tosun
19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Serokê DYAyê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Hamburga bajarê Almanyayê ya ku lê civîna G-20î çêbû, piştî hevdîtinên fermî car din hatin bal hev.
Rayedarekî Qesra Spî yê ku nexwest navê xwe eşkere bike û ji medyaya Amerîkayê re axivî got ku Trump û Putîn piştî hevdîtina xwe ya 7ê tîrmehê careke din xeyrî fermî hevdîtin kir.
Li gor agahiya rayedar hevdîtina wan a fermî zêdetirê du saetan dewam kir û piştî şîvê ya civîna G-20î herdu serok car din hatin bal hev.
Rayedar, der barê mijar û maweya hevdîtinê de agahî neda. Bi vî awayî îdiayên ku dibêjin Trump û Putîn li Almanyayê du caran hevdu dîtîn hat piştrastkirin.
- Îdiaya Bremmer
Ian Bremmerê serokê şirketa analîza siyasî Eurasia Groupê demek berê gotibû ku herdu serok êvarê qasî saetekê hevdîtin kirine û di vê hevdîtinê de ji bilî herduyan bi tenê tercumanê Putîn hebûye. Bremmer gotibû ku tercumanê Trump çima di vê hevdîtinê de tunebû û ji hêla ewlehiyê ve vê tevgerê rexne kiribû.
Trump û Putîn di 7ê tîrmehê de li Hamburga Almanyayê di civîna G-20î de du caran hevdîtin kiribûn. Hevdîtina wan a fermî zêdetirê du saetan dewam kiribû û behsa agirbesta Sûriyeyê û mijarên din kiribûn.