Dinya

Trump: "Heke Bîden hilbijartinê qezenc bike Amerîkayî wê mecbur bimînin ku zimanê Çînî hîn bibin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê hilbijartina ku wê di 3yê mijdarê da çêbibe da got heke reqîbê wî Joe Bîden hilbijartinê qezenc bike, gelê Amerîkayê wê mecbur bimîne ku zimanê Çînî hîn bibe.

Türkan Tosun  | 12.08.2020 - Rojanekırın : 13.08.2020
Trump: "Heke Bîden hilbijartinê qezenc bike Amerîkayî wê mecbur bimînin ku zimanê Çînî hîn bibin"

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê hilbijartina ku wê di 3yê mijdarê da çêbibe da got heke reqîbê wî Joe Bîden hilbijartinê qezenc bike, gelê Amerîkayê wê mecbur bimîne ku zimanê Çînî hîn bibe.

Trump beşdarî bernameyeke radyoyê bû û li wir tevgera reqîbê xwe yê Demokrat Bîden ên li hemberî Çînê rexne kir.

Trump wiha axivî: "Heke ez hilbijartinê qezenc nekim, Çîn wê bibe xwediyê Amerîkayê. Paşê jî Amerîkayî wê mecbur bimînin ku zimanê Çînî hîn bibin."

Trump got beriya şewba vîrusa koronayê têkiliya wî û Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng baş bû û wiha dewam kir: "Têkiliya me êdî pir nebaş e, lewra der barê Kovîd-19ê da tişta ku hewce dikir nekirin."

Trump anî ziman ev demeke dirêj e ew bi Şî Cîngpîng ra naaxive, vîrusa ku li Çînê derket holê tesîr li ser sekna wî ya siyasî jî kiriye û wiha dewam kir: "Heke webaya Çînê (Kovîd-19) nehata welatê me, beriya wê bi ya min di hilbijartinan da George Washîngton jî wê nikaribûya ez têk bibirama."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın