Can Hasasu
11 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku heger rêveberiya Îranê sûîqestekê dijî wî bike yan jî hewl bide wî bikuje, artêşa Amerîkayê amade ye ku Îranê "bi temamî ji holê" rake.
Trump di peyameke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da bal kişand ser gefeke muhtemel ya sûîqestê dijî serokê niha yê Amerîkayê û diyar kir ku di rewşeke wiha da wê bersiva eskerî ya Amerîkayê giran be.
Serokê Amerîkayê di peyama xwe da got, "Heger Komara Îslamî ya Îranê, li dijî Serokê Amerîkayê, ango li dijî şexsê min sûqestê bike yan jî hewl bide bikuje, berê hezar moşekî li Îranê ye û ji bo avêtinê amade ne. Piştî wan jî wê bi hezaran moşekên din jî tavilê dê bên avêtin."
Trump diyar kir ku fermanên pêwîst dane artêşa Amerîkayê û destnîşan kir ku artêş "amade, dilxwaz û bi şiyan" e ku hemû beşên Îranê "bi temamî wêran û îmhe bike."