Hakan Çopur
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 12 Hezîran 2026
WASHINGTON (AA) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku peyman ji hêla Îranê va gihaşt merhaleya "pesendkirinê" û da zanîn êrîşên dihat plankirin ku îro bikin betal kir.
Serok Trump di parvekirina xw eya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da der barê peymana bi Îranê ra daxuyaniyeke girîng da.
Trump got ku "Hevdîtinên bi Komara Îslamê ya Îranê ra tên kirin ji ber ku gihatş asta herî bilind a serokatiya Îranê û pesendkirin min wek Serokê Amerîkayê êrîşên asîmanî yên dijî Îranê dihatin plankirin û bombebaran betal kirin."
- Merasima îmzeyê dê di demek kurt da bê ragihandin
Trump got ku hûrgiliyên nihaî yên der barê merhaleya dawîn a peymanû digel Amerîkayê bi Îsraîl, Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Ereban Yekbûyî, Qeter, Tirkiye, Pakistan, Bahreyn, Kuweyt, Urdin, Misir û welatên din ên eleqedar ra hat nirxandin û pesendkirin û diyar kir ku cih û wextê merasima îmzekirinê dê di demek kurt da bê ragihandin.
Trump her wiha destnîşan kir ku heta peyman teqez bibe dê dorpêçiya behrê ya Amerîkayê ya dijî Îranê di meriyetê da bimîne.