Mücahit Oktay
02 Gulan 2026•Rojanekirin: 02 Gulan 2026
Trump li herêma Villagesê ya eyaleta Florîdayê ji bo dengdêrên xwe axivî û di axaftina xwe da car bi car behsa Îranê kir.
Piştî hewla sêyemîn a kuştina wî, Trump cara yekem derket pêşberî raya giştî û got: "Em ê zû (ji Îranê) dernekevin û nehêlin heman pirsgirêk dîsa çêbe."
Trump got, "Îranî bi wê peymana ku ji me ra lazim e, nayên cem me. Em ê vê yekê bi awayekî guncav birêva bibin."
Serokê DYA Trump îdia kir ku kesên ku Îranê birêva dibin "mirovên gelekî xirab in" her wiha îdia kir ku rêveberiya Tehranê "di nava 2 hefteyan da 42 hezar çalakvan kuşt."
Trump tekezî kir ku ji ber girtîbûna Tengava Hurmuzê "bi qasî 400 keştî" asê mane.
Serokê DYA Trump bal kişand ser hêza deryayî ya Îranê û destnîşan kir ku 159 keştiyên Îranê di nava 2 hefteyan da hatin binavkirin.
Trump her wiha bal kişand ser wê yekê ku ew "bi trilyonan dolarî ji bo NATOyê xerc dikin" lê tevî vê di têkoşana wan a di kendavê da tu xêra NATOyê ji DYAyê ra çênebûye.