Ahmet Furkan Mercan
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 11 Hezîran 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku welatê wî "di dahatûyeke ne pir dûr da" wê Girava Xarkê (ya li Kendava Besrayê) û deverên binesaziya neftê yên din bi dest bixe.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku artêşa Amerîkayê îşev wê "darbeyeke pir hişk" li Îranê bixe.
Trump îdia kir ku beşeke mezin a hêza êrîşkirinê ya Îranê û yekîneyên wê yên parastinê yên ku di nav da hêzên deryayî, hêzên asîmanî, radar û dijebalafir jî hene "hatine tunekirin" û wiha got: "Di dahatûyeke ne pir dûr da" em ê Girava Xarkê û deverên binesaziya neftê yên din wekî li Venezuelayê bi dest bixin, em ê kontrola bazara neft û xaza siruştî bi tevahî hildin destên xwe."