Dinya, Koronavîrus

Trump: Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da li pêşiya me 30 rojên dijwar hene

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Em dikarin pabendî tedbîrên wergirtî bibin û jiyana ji milyonekî zêdetir Amerîkayî xilas bikin. Siberoja me di destê me da ye."

Önder Beyter  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 31.03.2020
Trump: Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da li pêşiya me 30 rojên dijwar hene

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Li dijî vîrusê me ji xeynî serfiraziyê rêyeke din nîne. Li pêşiya me 30 rojên dijwar hene. Ev 30 roj zehf girîng in."

Trump li Qesra Spî di civîna rojane ya ku li ser şewba Kovîd-19ê li dar xist da geşedanên dawîn nirxand.

Trump got ku dema mirov li nimûneyên têkildarê şewba vîrusê mêze dike, mirov dibîne ku vîrus ancax di 2 hefteyan derdikeve asta herî jor û wiha got, "Em dikarin pabendî tedbîrên wergirtî bibin û jiyana ji milyonekî zêdetir Amerîkayî xilas bikin. Siberoja me di destê me da ye. Tercihên me û fedekariya me dê qedera vê vîrusê tayîn bike."

Trump da bibîrxistin ku wan duh tedbîrên ku dijî Kovîd-19ê hatine wergirtin, ji bo heya 30ê nîsanê dirêj kirin û wiha got, "Li dijî vîrusê me ji xeynî serfiraziyê rêyeke din nîne. Li pêşiya me 30 rojên dijwar hene. Ev 30 roj zehf girîng in."

Trump ji bo îhtimala dibe ku vîrus payîza tê dîsa xwe bide der, wiha got, "Em ji bo vê yekê amade ne, lê em hêvî dikin ku tiştekî wiha dê nebe."

Trump her wiha got ku ew ê bi nirxê 100 milyon dolarî alîkariyê bidin Îtalyaya ku dijî Kovîd-19ê têdikoşe.

Li gorî daneyên dawîn ên ku ji hêla Zanîngeha Johns Hopkins hatin parvekirin, li Amerîkayê hejmara weqiayên Kovîd-19ê derket 143 hezar û 55an, ya miriyan jî derket 2 hezar û 513an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.