Dinya

Trump: Di nîsanê da bi germbûna hewayê ra koronavîrus wê biqede

Serokê Amerîkayê Trump diyar kir, li gor baweriya wî Çîn wê di demeke nêz da şewba koronovîrusa nû hilde binê kontrolê

İbrahim Atmaca  | 11.02.2020 - Rojanekırın : 11.02.2020
Trump: Di nîsanê da bi germbûna hewayê ra koronavîrus wê biqede

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku di meha nîsanê da bi germbûna hewayê ra şewba koronavîrusa nû ya ku li Çînê dest pê kir, wê bi dawî bibe.

Trump ji têlevîzyona FOXê ra qala têkiliyên dualî yên bi Çînê ra kir û li ser şewba koronavîrusa nû sekinî.

Trump destnîşan kir, Çîn ji bo şewba vîrusê pir profesyonelî tevdigere û wiha dewam kir: "Li gor baweriya min Çîn wê di demeke pir nêzîk da vîrusê hilde binê kontrolê. Di meha nîsanê da bi germbûna hewayê ra koronavîrus jî wê biqede."

Trump destnîşan kir, Amerîkayê ji Wuhana herêma Çînê ya ku vîrus lê derket ra pisporên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê şandin û wiha dewam kir: "Ez dikarim bêjim ku em bi Çînê ra ji nêz va dixebitin. Em pisporên xwe yên herî jêhatî dişînin wê derê."

Trump daxuyand, peymana bazirganiyê ya ku bi Çînê ra hat mohrkirin jî piştgiriyê dide têkiliyên herdu welatan û piştî peymanê Çîn ji Amerîkayê ra rêzê digre.

Trump diyar kir, bi saya vê peymanê Çîn bihayê mîlyar dolaran berên Amerîkayê cardin dikire û wiha dewam kir: "Li gor min vîrus wê tesîrê li kirîna malên Amerîkayê neke. Çîn ji bo têkbirina vîrusê pir dixebite, em jî bi wan ra di nava têkiliyê da nin."

- Nexweşiya koronavîrusa nû

Koronavîrusa nû (2019 nCoV) cara ewil di 12ê berfanbara 2019an da li bajarê Wuhanê yê Hubeya eyaleta Çînê hatibû tesbîtkirin. Komîsyona Tenduristiyê ya Şaredariya Wuhanê di 31ê berfanbara 2019an da daxuyanî dabû û gotibû ku di 27 kesên ku temasa wan bi Sûka Berên Behrê ya Huananê ra çêbûye û ev nexweşî di wan da hatiye dîtin. Paşê sûk girtibû.

Rêvebiriya Pekînê ji bo têkoşîna şewba li welêt, hin tevdîr hildan, têketina Wuhanê qedexe kir, ji bo rewşên pir taybet destûra derketinê dide.

Li Çînê jimara miriyan roj bi roj zêde dibe û hê ji bo vîrusê aşî an jî dermanek nehatiye dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.