Dinya

Trump: "Demokrat dixwazin Senato û Qesra Spî ji me bidizin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump îdiayên xwe yên ku Demokratan di hilbijartinê da neheqî kirine dubare kir û got: "Demokrat dixwazin Senatoyê û Qesra Spî ji me bidizin. Em destûrê nadin vê yekê, heta dawiyê em ê têbikoşin."

Abdullah Tel  | 05.01.2021 - Rojanekırın : 05.01.2021
Trump: "Demokrat dixwazin Senato û Qesra Spî ji me bidizin"

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump îdiayên xwe yên ku Demokratan di hilbijartinê da neheqî kirine dubare kir û got: "Demokrat dixwazin Senatoyê û Qesra Spî ji me bidizin. Em destûrê nadin vê yekê, heta dawiyê em ê têbikoşin."

Trump li Daltona bajarê eyaleta Georgiayê bo alîgirên xwe mitîng li dar xist.

Di axaftina xwe da Trump bal kişand ser hilbijartina Serokatiyê û got ku li eyaleta Georgiayê yên bi rastî bi ser ketin ew bûn û wiha domand: "Îhtimal tuneye ku em li Georgiayê têk biçin. Ev hilbijartineke bi dek û dolab e."

Trump ji bo hilbijartina tura duyemîn a li Georgiayê got ku wê Komarparêz wê serdestiya xwe biparêzin û wiha domand: "Demokrat hewl didin ku Senatoyê û Qesra Spî ji me bidizin. Em destûrê nadin vê em ê heta dawiyê têbikoşin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.