Dinya

Trump belgeya stratejiya ewlehiya sîber ya nû îmze kir

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî John Bolton: "Hemû netewe bila bizanin yên ku li dijî me fealiyetên sîber dikin em ê hem xwe biparêzin û hem jî emê bi êrîşê bersivê bidin wan."

Fatih Gazioğlu  | 21.09.2018 - Rojanekırın : 22.09.2018
Trump belgeya stratejiya ewlehiya sîber ya nû îmze kir

Washington DC

WASHINGTON

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî John Bolton got ku Serok Trump dijî êrîşên sîber Belgeya Stratejiya Ewlehiya Sîber ya Neteweyî îmze kiriye.

Bolton daxuyanî da rojnamevanan û got ku piştî 15 salan cara ewil e serokek vê belgeyê îmze dike. Bolton got belgeya stratejiya sîberê îro ket rewacê û wiha axivî:

"Hemû netewe bila bizanin yên ku li dijî me fealiyetên sîber dikin em ê hem xwe biparêzin û hem jî emê bi êrîşê bersivê bidin wan."

Di belgeya ku bi destê Qesra Spî hat weşandin da li ser êrîşên sîber yên dijî binesaziya hin saziyên Amerîkayê yên krîtîk û ewlehiya xezîneya agahiyan da behsa tedbîrên ewlehiyê hat kirin.

Di belgeyê da tê gotin divê ji bo kesên bi êrîşa sîber tên sûcdarkirin û îxbarên der heqê wan de bên verastkirin û sîstemên bibandaor werin avakirin.

Di belgeyê da hat gotin ku li dijî êrîşên sîber wê bi navê "Înîsiyatîfa Vagêrkeriya Sîber" beşekê were avakirin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın