Dinya

Tirkiyeyê ji bo ku ji Îdlibê vekişe heta dawiya mehê molet da rejima Esed

Ferîdun Sînîrlîoglu: Tirkiye wê (li Îdlibê) li hemû hedefên ku tehdîd in, bixe. Em ê eskerên xwe paşve nekişînin û ji baregehên çavdêriyê venekişin. Heta dawiya mehê divê rejim ji pozîsyona xwe ya niha vekişe

İbrahim Atmaca  | 20.02.2020 - Rojanekırın : 20.02.2020
Tirkiyeyê ji bo ku ji Îdlibê vekişe heta dawiya mehê molet da rejima Esed

New York

 Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Tirkiyeyê Ferîdun Sînîrlîoglu di Konseya Ewlehiyê ya NYê da axivî û diyar kir, li Sûriyeyê rejim bi behaneya "têkoşîna terorê" êrîşên esmanî û bejayî didomîne û rewşa însanî ya trajîk derket asteke pir xerab.

Ferîdun Sînîrlîoglu diyar kir, di nav 2 mehên dawîn da nêzî milyonek kes ji cî û warên wan hatin kirin û di şerê ku 9 sal e li sûriyeyê dewam dike da herî zêde vê gavê mirov ji cî û warên wan tên kirin û wiha dewam kir: "Komkujerê li Şamê ji berfanbara 2019an vir va ji 2000î zêdetir kes kuştin û ev kuştin sûcê şer û sûcê dijî mirovahiyê ye."

Sînîrlîoglu daxuyand ku li Îdlibê kamp têrê nakin û divê demildest kamp werin avakirin, ji peydakirina van pêdiviyan Tirkiye bi NY û Almanyayê ra dixebite û ji 9 milyonî zêdetir Sûriyeyî tên xwedîkirin û paraastin.

Ferîdun Sînîrlîoglu got ku rejim li Îdlibê bi qestî êrîşî hêzên Tirkiyeyê dike, 5 eskerên din ên Tirkiyeyê di êrîşan da hatin şehîdkirin û bi bîr xist ku di çarçoveya midafaya meşrû da demildest bersiva van êrîşan hat dayîn.

"Em ê ji baregehên çavdêriyê venekişin"

Sînîrlîoglu wiha axivî: "Tirkiye wê (li Îdlibê) li hemû hedefên ku tehdîd in, bixe. Em ê eskerên xwe paşve nekişînin û ji baregehên çavdêriyê venekişin. Heta dawiya mehê divê rejim ji pozîsyona xwe ya niha vekişe."

Sînîrlîoglu bangewaziya xwe dubare kir ku demildest agirbest çêbibe, mitabaqata soçiyê were sepandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.