Dinya

Tirkiyeyê bang li KENYyê kir ku li Îdlibê bila agirbest neyê binpêkirin û çalakiyên provokatîf neyên kirin

Türkan Tosun   | 28.10.2020
Tirkiyeyê bang li KENYyê kir ku li Îdlibê bila agirbest neyê binpêkirin û çalakiyên provokatîf neyên kirin

New York

Nûnerê Daimî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Tirkiyeyê Ferîdun Sînîrlîoglu daxuyand Tirkiye ji bo li Îdliba bajarê Sûriyeyê agirbesta daîmî dewam bike bi biryar e, ji bo li qadê aramiyê biparêze tevdîrên eskerî dibîne û bang kir divê dev ji çalakiyên provokatîf bê berdan ku zirarê didin aramî û agirbestê.

Sînîrlîoglu bi rêya vîdeokonferansê beşdarî civîna Konseya Ewlehiya NYyê bû ku mijara wê Sûriye bû.

Sînîrlîoglu got ji ber êrîşên rejimê bi sed hezaran sivîl ji cih û warên xwe bûne û bi milyonan însan jî di qadekê da asê mane ku ji ber vê şewba vîrusa koronayê li Sûriyeyê zêde dibe, herî zêde jî li bakurê Helebê pêketî zêde ne.

Sînîrlîoglu anî ziman ji ber ku deriyê sînor ê Babuselameyê hat girtin ji milyonek û 300 hezar însanên li bakurê Helebê ra alîkarî nayê şandin, ji ber vê rewşa tenduristiyê jî xirabtir dibe.

Sînîrlîoglu got divê deriyê sînor ê Babuselameyê bê vekirin ku alîkariya mirovî bigihêje însanan, heke wisa nebe hejmara pêketiyan wê zêde be.

- Tirkiye ji bo ku li Îdlibê agirbesta daimî dewam bike bi biryar e

Sînîrlîoglu daxuyand Tirkiye ji bo li Îdliba bajarê Sûriyeyê agirbesta daîmî dewam bike bi biryar e, ji bo li qadê aramiyê biparêze tevdîrên eskerî dibîne û wiha dewam kir: "Divê dev ji çalakiyên provokatîf bê berdan ku zirarê didin aramî û agirbestê."

- Êrîşên PKK/YPGyê yên li Sûriyeyê

Sînîrlîoglu behsa êrîşên PKK/YPGya rêxistina terorê yên li Sûriyeyê jî kir û wiha got: ''PKK/YPGyê di nav 12 mehan da ji 250 zêdetir êrîşên terorê kirin ku bûn sedema mirin û birindar bûna sedan sivîlan."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın