Dinya

Tirkiye li herêma Herekata Kaniya Aştiyê astengdaran bi protezan şa dike

Eşref Musa, Ethem Emre Özcan  | 24.06.2021 - Rojanekırın : 27.06.2021
Tirkiye li herêma Herekata Kaniya Aştiyê astengdaran bi protezan şa dike

Tel Abyad

Tirkiyeyê di cotmeha 2019an da bi Herekata Kaniya Aştiyê herêm ji terorê paqij kiribû û bi veberhênana li herêmê dike va ji gel ra dibe çare.

Navenda Rehabilîtasyon û Tedawiya Fizîkê ya Til Ebyadê ya di kordinasyona Komeleya Doxtoran a Navneteweyî (AID), Komeleya Beytilzekatê ya Kuweytê û Midûriyeta Tenduristiya Bajêr a Şanliurfayê da di nîsana 2020î da hatibû avakirin ji bo pêçandina birînên gelê herêmê roleke mezin dilîze.

Li welêt 11 sal e şerê naxweyî dewam dike û kesên ji ber êrîşên terorê, mayînên hatine veşartin, êrîşên rejimê astengdar bûne ji bo dermankirinê eleqeyeke mezin nîşanî herêmê didin.

Li navenda hetanî niha piştgiriya ortez-protez, rehabilîtasyon û fîzyoterapiyê da 1200 nexweşî xizmeta protezê da 35 kesan.

-"Êdî bêyî kopal dikarim bimeşim"

Başek Eliyê ji bo tedawiya fizîkê serî li anvendê xist daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di sala 2018an da pêlî mayîna DEAŞa rêxistina terorê li Reqayê bi cî kiribû kir û lingê wî yê çepê qetiya.

Elî got ku ew ê beriya Eyda Qurbanê bigihîje lingê xwe yê protez û wiha axivî: "Ew roja ew ê ji min ra bibe du eydan. Hem ji bo Eyda Qurbanê şa bibim hem jî ji bo proteza xwe. Ez ê êdî bêyî koplaê xwe bimeşim."

Macîd Ebû Mahîrê 2,5 sal berê lingê wî di qezaya kar da qetiya jî got ji bo nûkirina proteza xwe hat vê derê û wiha axivî: "Bi saya navendê ez gihîştim proteza xwe ya nû. Ji her kesî ra sipas dikim."

-"Bi saya ekîbên Tirkiyeyê min proteza xwe ya nû hilda"

Ebû Baran Cewherî diyar kir ku terorîstekî YPG/PKKyî di 2015ê da li Til Ebyadê gule berda lingê wî, wî xwest ku li Tirkiyeyê tedawî bibe, lê wê demê terorîstan nehişt ku ew were Tirkiyeyê.

Cewherî daxuyand ji ber ku terorîstan bi qestî derbasbûna wî ya Tirkiyeyê derengî xist, li nexweşxaneya Gazîentabê digel hemû midaxaleyan lingê wî yê rastê hat jêkirin û wiha dewam kir:

"Ez li nexweşxaneyê emeliyet bûm. Ji bo ku lingê min pûç nebe, doxtoran anî hat ji bedena min tamar hildan û bi lingê min ê ku zirar dîtiye va kir. Gelek hewil dan, lê nebû. Mecbûrî lingê min hat jêkirin.

Cewherî diyar kir ku proteza wî ya ewil di 2016an da li Gazîentapê hat pevxistin.

Cewherî diyar kir ku seba proteza nû wî serî li navenda fîzikê ya Til Ebyadê da û wiha dewam kir, "Pêşiyê lingên min pîvan. Bi saya ekîbên Tirkiyeyî û Sûriyeyî proteza duyem pev xistin. Pir nazik in. Girîngiyê didn nexweşan. Ez spasiya hikûmeta Tirkiyeyê û xebatkarên navendê dikim."

-Ji bo 35 nexweşan bê pere protez pê xistin

Ji xebatkarên navenda tedawiyê ya fizîkê ya Til Ebyadê Dr. Mihemed Ebdullah diyar kir, ji dîroka ku navendê dest bi xizmetê kiriye jimara nexweşên ku serlêdan kirine derketiye 1200î.

Ebdullah got, "Li navenda tedawiya fîzikê protez bi laşê 35 nexweşan va kirin." li nexweşxaneyên taybet ucreta tedawiyê di navbera 1500 û 2 hezar dolarî da ye, saya serê navendê bê pere miane tê kirin û protez tê dayîn.

Dr. Ebdullah 10 nexweşên ku di dorê da hêviya protezê ne, protezên wan wê di demeke kin da werin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın