Dinya

Tirkiye di 10ê Mijdarê da wê tevlî Peymana Parîsê bibe

Nuran Erkul Kaya   | 15.10.2021
Tirkiye di 10ê Mijdarê da wê tevlî Peymana Parîsê bibe

Istanbul

 Sekreteryaya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di danezana depozîter da ragihand ku Tirkiyeyê di 11ê Cotmehê da Peymana Parîsê pesend kiriye.

Di danezanê da hat gotin ku Tirkiye li gor rê û rêzikan û çarçoveya ku zirar negihêje pêşveçûna aborî û civakî wê peymanê bisepîne.

Hat gotin ku peyman piştî pesendkirinê ji sekreteryayê ra tê şandin û piştî roja 30yemîn dikeve rewacê û hat destnîşan kirin ku ev ji bo Tirkiyeyê jî wê di 10ê Mijdara 2021ê da têkeve rewacê.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan meha borî di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da gotibû ku Tirkiye wê Peymana Parîsê pesend bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın