Ahmet Aydın
11 Mijdar 2019•Rojanekirin: 14 Mijdar 2019
Saziyên civaka sivîl ên Tirkî, ji bo alîkariya sivîlên li navçeyên Resuelyn û Til Ebyedê yên Sûriyeyê ku bi Herekata Kaniya Aşitiyê ji terorê hatibûn paqijkirin, seferber bûn.
Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Acil (AFAD), Heyva Sor a Tirkî, Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH), Komeleya Deniz Feneri û Platforma Alîkariya Mirovî ya Şanliurfayê û hejmarek gelek saziyên din li herêma Resuleyn û Til Ebyedê fealiyetên alîkariya mirovî diajon.
Di çarçoveya analîzên berahî yên li qadê, hemî cure îhityacên sivîlan bi hewla hevpar a saziyên alîkariyê tên dabînkirin. Saziyên alîkariyê, li herêmên ku artêşa Tirkiyeyê asayişa wan diparêze alîkariya weke xurek, ava vexwarinê, melzemeyên paqijiyê li kesên xwedan îhtiyacî belav dikin.

- Saziyên civaka sivîl di nava kordîneyê de ne
Serokê Platforma Alîkariya Mirovî ya Şanliurfayê Osman Gerem di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku jiyana gel li Resuleyn û Til Ebyeda ku ji terorê hatibûn paqijkirin, normalîze dibe.
Gerem destnîşan kir ku gelek saziyên civaka sivîl ji bo alîkariyê diçin hawara sivîlan û wiha pê de çû:
"Em digel AFAD, Heyva Sor a Tirkî û saziyên din ên civaka sivîl em alîkariya mirovî li gelê mexdûr û mezlûm belav dikin. Berî nuha jî me li Til Ebyedê alîkarî belav kir lêbelê ji ber ku li Resuleyn zirar zêdetir e, mexdûr jî zêde ne. Hemî saziyên me yên alîkariyê û xêrxwazên me dê dilê gelê wê herêmê xweş bikin, bi alîkariyên xwe dê sifreyên wan rengîn bikin û hestên biratiyê qewîn bikin. Di serî de îhtiyacên wan ên weke xurek, betanî, hefad û memma zarokan hene. Hêviya me ji birakên me ew e ku jibo mezlûmên li wêderê bibin kaniya mihrebaniyê."
Gerem tekezî li wê yekê kir ku hemî saziyên civaka sivîl bi kordîne tev digerin û alîkarî bi sîstematîk tên belavkirin.
- "Em spasiya Tirkiyeyê dikin"
Xelef Bisêriyê Sûriyeyê yê temen 82 salî ku alîkarî sitend, ji bo piştevaniya wan spasiya gelê Tirkî kir.
Evdile Yûsif jî anî ziman ku bi piştevaniya Tirkiyeyê herêm ji terorê hatiye paqijkirin.
Yûsif ji ber rizgarbûna ji bindestiya YPG/PKKya rêxistina terorê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "PKKya rêxistina terorê hemî tiştên me ji destê me derxistin, ji her tiştî re qedexe anîn. Tiştekî xwarinê nedan me. Şikur ji Xwedê re Tirkiye hat, terorîst paqij kirin û alîkariya me dike. Em gelekî spasiya Tirkiyeyê dikin."