Dinya

Terorîstên YPG/PKKyî li Sûriyeyê zarokên qîzîn direvîne

03.07.2020 - Rojanekırın : 04.07.2020
Terorîstên YPG/PKKyî li Sûriyeyê zarokên qîzîn direvîne

Haseke

 YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmên dagir kiriye yên li Sûriyeyê meha çûyî 4 zarokên qîzîn ên emrê wan di navber 11-17 salî da revand û çekdar kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, di nav meha çûyî da terorîstên YPG/PKKyî ji Rumeylan, Qamişlo û Amûdêya navçeyên Hesekeyê û Şêx Mexsûda taxa Helebê 4 zarokên qîzîn revandin.

Nûçegihanên AAyê gihîştin nasnemaya qîzên hatin revandin û hat dîtin ku emrê wan di navbera 11 û 17 salan da diguhere û malbatên wan ji wan tu xeberekê hilnadin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku YPG/PKKya rêxistina terorê ji bo bi zorê çekdar bike zarokan direvîne, van zorakan dibe kampên li Çiyayê Qendîlê.

Hin malbatên ku YPG/PKKyê zarokên wan revandine jî ji ber tirsê newirên bêjin ku zarokên wan hatine revandin.

- YPG/PKK zarokan wekî şervan bi kar tîne

Di rapora "Qaçaxçîtiya Merivan a 2020î" ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê di 26ê hezîranê da weşan da jî cî girtibû ku YPG/PKKya rêxistina terorê zarokan dide şerkirin.

Di raporê da wiha hatibû gotin: "YPG li kampên penaberan ên bakurê rojavayê Sûriyeyê zarokên kurîn û qîzîn ên 12 salî jî bi zorê çekdar dike û bikaranînê didomîne."

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora 16ê rêbendanê da diyar kiribû ku terorîstên YPG/PKKyî li Sûriyeyê zarokan bi zorê wekî şervan bi kar tîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın