Terorîstên YPG/PKKyî li Dêrazorê bi zorê çekan dide destê ciwanan
YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmên rojhilatê Sûriyeyê yên ku dagir kirine bi zorê çek da destê 52 ciwanan.

Deyru z Zor
YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmên rojhilatê Sûriyeyê yên ku dagir kirine bi zorê çek da destê 52 ciwanan.
Li bajarê Dêra Zorê ya ku nifusa Ereban lê zêde ye YPG/PKK bi zorê çekê dide destê ciwanan.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî yên ku nûçegihanên AAyê bi dest xist YPG/PKKyê di nav 3 rojan da bi zorê çek da destê 52 ciwanan.
Hat gotin terorîstên YPG/PKKyî ji herêma pîşesaziyê 12, ji gundên Sûse û Şafeyê 15, ji gundên Drenj û Suveydanê 25 ciwan hilda û çek da destê wan.
Terorîstan berê jî heman tişt kiribûn, li Heseke û Qamişloyê di mehên dawîn da li ser malan da girtibûn û bi sedan ciwanên temenê wan 18 û jê mezintir biribûn.
Terorîst wan li qaşo kampa perwerdeyê ya li Hesekeyê perwerde dikin.
Rêxistina terorê di 12ê çişeya paşîn da li Qamişloyê 15 kes bi zorê girtibûn û çek dabûn destê wan. Ji wan ciwanan hinekan hewl dabû birevin û jê yek bi guleyên terorîstan birîndar bûbû.