Dinya

Taywanê ragihand, 22 balafirên şer û 6 keştiyên Çînê li dora Giravê hatin dîtin

Emre Aytekin  | 14.08.2022 - Rojanekırın : 15.08.2022
Taywanê ragihand, 22 balafirên şer û 6 keştiyên Çînê li dora Giravê hatin dîtin

Beijing

 Wezareta Parastina Taywanê ragihand, 22 balafirên şer û 6 keştiyên şer ên Çînê li dora Giravê hatin dîtin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat diyarkirin ku wesayîtên asîmanî û deryayî bi alavên elektronîk ên şopandinê, balafirên dewriyeyê, keştî û pergalên fuzeya erdê va tên şopandin.

Piştî ziyareta Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosiyê ya ji bo Taywanê, Çînê li dora Giravê dest bi tetbîqatên eskerî kiribû. Tetbîqatên ku li 6 herêman hatibûn kirin, li dewrûbera Giravê abloqeyeke fiîlî pêk anîbû.

Artêşa Çînê di 10ê Tebaxê da ragihandibû ku tetbîqat temam bûn, lêbelê ragihandibû ku fealiyetên dewriyeya eskerî yên li Tengava Taywanê dê bidomin.

​​​​​​​ Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın