Dinya

Têlevîzyona dewleta Îranê piştrast kir ku hin xwepêşandêrên "çekdar" hatin kuştin

Têlevîzyona dewleta Îranê piştrast kir di dema xwepêşandanên berteka zema benzînê da hin kesên ku li gor îdiayê "bi sîlahan hêzên asayîşê ra şer kirine" hatin kuştin.

İbrahim Atmaca   | 03.12.2019
Têlevîzyona dewleta Îranê piştrast kir ku hin xwepêşandêrên "çekdar" hatin kuştin

Ankara

Têlevîzyona dewleta Îranê nûçeyek weşand û li ser qala kanalên têlevîzyonê yên ku li Îngiltereyê bi Farisî weşanê dikin û rola wan a protestoyan sekinî. Di nûçeyê da hat piştrastkirin ku li bajarên Mahşehr, Şîraz û Behbehanê komek xwepêşandêrên ku "kaos derxistin" hatin kuştin. 

Di nûçeyê da hat îdiakirin ku li bajarê Mahşehrê komên "cihêkar ên çekdar" hin rê birîn û ketin tesîsa petrokîmyayê û xwestin biteqînin û wiha hat gotin, "Li Mahşehrê kesên kaos derxistin û sîlah bi wan ra bûn, saetekê bi sîlahan şer kirin. Hêzên asayîşê jî ji bo ewlehiya gel ketin dewrê."

Her wiha di nûçeyê da hat îdiakirin ku hin welatiyên beşdarî xwepêşandinên aştiyane bûn bi gulebarandina hin kesên gumanbar hatin kuştin.

- Rêxistina Efûyê: Di xwepêşandinan da 208 kes hatin kuştin

Li Îranê ji ber ku 3 caran zem dan ser benzînê, xwepêşandinên zema benzînê di 15ê mijdarê da dest pê kiribûn û li gelek bajarên welêt belav bûbûn.

Di xwepêşandinên ku 3 rojan dewam kirin da gelek banqe, market û îstasyonên benzînê hatibûn şewitandin, nêzî 7 hezar kes jî hatibûn binçavkirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kiribû ku di çalakiyan da herî kêm 208 kes hatin kuştin.

- Îran kanalên têlevîzyonê yên ku li Îngiltereyê weşanê dikin sûcdar dike

Îran têlevîzyonên wek "Iran International", "BBC Farisî" û "Manoto"yê ku li Londrayê bi Farisî weşanê dikin, sûcdar dike û diêje ku ji bo xwepêşandinên zema benzînê navtêdanê dikin. Hr wiha Îranê dest dabû ser mal û milkên kesên ku bi "Iran International"ê ra têkildar in.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın