Dinya

Şêx Mihemmed bin Zeyd Al Nehyan bû serokê dewletê yê Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban

Mehmet Nuri Uçar  | 14.05.2022 - Rojanekırın : 15.05.2022
Şêx Mihemmed bin Zeyd Al Nehyan bû serokê dewletê yê Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban

Istanbul

Piştî ku Serokê Dewletê yê Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban Şêx Xelîfe bin Zeyd Al Nehyan wefat kir di dewsa wî da Mîrzayê Welîehd yê Abu Debiyê Şêx Mihemmed bin Zeyd Al Nehyan bû serokê dewletê yê nû yê Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban.

Li gorî nûçeya WAMa ajansa fermî ya Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban hat diyarkirin Konseya Bilind ya Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban ku ji 7 mîrektiyan pêk tê Şêx Mihemmed bin Zeyd Al Nehyan wekî serokê dewletê hilbijartin.

- Mirina Şêx Xelîfe bin Zeyd Al Nehyan

Serokatiya Karên Serokatiyê ya Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban duh diyar kiribû ku Al Nehyan wefat kiriye.

Di daxuyaniya Serokatiya Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban da hatibû destnîşankirin Al Nehyan roja înê di 74 saliya xwe da miriye.

Hatibû diyarkirin li welêt 40 roj wê şîna fermî be û li saziyên dewlet û sektora taybet jî wê 3 rojan navber bidin xebatê.

Xelîfe bin Zeyd kurê herî mezin yê Zeyd bin Siltan Al Nehyanê serokê dewletê yê ewil yê Mîrektiyên Yekbûyî yê Ereban bû û piştî mirina bavê bûbû serokê dewletê.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.