Dinya

Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê: Divê fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bidin ber çav

Ömer Tuğrul Çam  | 19.05.2022 - Rojanekırın : 20.05.2022
Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê: Divê fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bidin ber çav

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê dema ku beşdariya NATOyê ya Fînlandiya û Swêdê dinirxand diyar kir ku divê fikarên ewlehiyê uên ku Tirkiyeyê anî ziman bidin ber çav û got ku "Dema mitefîqekî girîng a wekî Tirkiyeyê fikarên xwr anîn ziman tekane çareserkirina vê yekê ew e ku li ser xaleke hevpar bisekinin û biaxivin."

Stoltenberg piştî ku bi Mette Frederîksenê Serokwezîrê Danîmarkayê ra li Kopenhangê hevdîtin kir di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.

Stoltenberg der barê serlêdana endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê da nirxandin kirin û got ku "Divê fikarên hemû endaman ên der barê ewlehiyê da bidin ber çav. Ez wisa bawer dikim ku em ê di demek kurt da der barê beşdariya NATOyê ya Swêd û Fînlandiyayê da bigihêjin biryareke hevpar."

Stoltenberg diyar kir ku carna di nav 30 mitefîqên NATOyê da cudahî derdikevin lêbelê ev bi axaftinê dikarin bên çareserkirin.

Stoltenberg destnîşan kir ku di mijara beşdariya Swêd û Fînlandiyayê da digel Tirkiyeyê bi hemû endamên NATOyê ra di nav peywendiyê da ne û got ku "Em li ser fikarên ku Tirkiyeyê anî ziman disekinin. Dema mitefîqekî girîng a wekî Tirkiyeyê fikarên xwr anîn ziman tekane çareserkirina vê yekê ew e ku li ser xaleke hevpar bisekinin û biaxivin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.