Dinya

"Siyaseta mueyîdeyan ya Amerîkayê bi ser neket, divê Amerîka vê qebûl bike"

Berdevkê Wezarata Karên Derva yê Îranê Ebas Mûsewî: "Siyaseta mueyîdeyan ya Amerîkayê ya dijî Îranê bi ser neket, divê Amerîka vê qebûl bike"

Fatih Gazioğlu  | 21.09.2019 - Rojanekırın : 23.09.2019
"Siyaseta mueyîdeyan ya Amerîkayê bi ser neket, divê Amerîka vê qebûl bike"

Tahran

Berdevkê Wezarata Karên Derva yê Îranê Ebas Mûsewî mueyîdeyên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ya dijî "Etemd Tejarate Pars"a şirketa Îranê rexne kir.

Îranê transferên Fona Pêşketinê ya Neteweyî, Banqeya Navendî ya Îranê û kirîn û firotinên eskerî bi vê şirketê dimeşandin.

Mûsewî got ku ev biryara mueyîdeyên tên kirin nû nînin û dewama polîtîkayê Amerîkayê ne û wiha axivî:

"Siyaseta mueyîdeyan ya Amerîkayê ya dijî Îranê bi ser neket, divê Amerîka vê qebûl bike. Mueyîdeyên herî giran yên ewil bûn. Îranê dijî van mueyîdeyan ji xwe ra rêyên nû dîtin û bi saya welatên dost ev mesele çareser kir û pêşveçûna xwe dewam kir."

Mûsewî got ku divê Amerîka bizane ku ew êdî li dinyayê "hêzeke super" nînin û wiha dewam kir: "Gelek dewlet dixwazin bi Îranê ra têkiliyê daynin û ji firsendên aboriyê îstifade bikin."

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê duh dijî "Etemd Tejarate Pars"a şirketa Îranê biryara mueyîdeyan dabû.

Di daxuyaniyê da hatibû gotin Banqeya Navendî ya Îranê bi hezaran milyar dolar alîkariya pere dide "Hêza Qudsê" û mitefîqên wê yên "terorîst."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın