Dinya

Şerpa Rîta rekora xwe ya Everestê cardin bi dest xist

Rêberê (şerpa) çiya yê ji Nepalê Kamî Rîta, cara 24emîn hilkişiya Çiyayê Everestê

Sevim Hatun  | 21.05.2019 - Rojanekırın : 25.05.2019
Şerpa Rîta rekora xwe ya Everestê cardin bi dest xist

Ankara

Rêberê (şerpa) çiya yê Nepalî Kamî Rîta, cara 24emîn hilkişiya zîrweya herî bilind a Dinyayê ya Çiyayê Everestê û rekora xwe bi dest xist.

Berpirsê Wezareta Çand û Turîzmê ya Nepalê Mîra Açharya daxuyand ku Şerpa Rîta roja sêşemê digel komeke çiyageran hilkişiya serê Çiyayê Everestê û di vê qadê de cardin rekora xwe bi dest xist.

Rîta, par di 15ê gulanê de dîsa hilkişiyabû serê Çiyayê Everestê û rekora xwe ya şexsî cardin bi dest xistibû. Rêberê çiya yê ji Hîmalayê ku 49 salî ye, bi hatina biharê re cardin hilkişiya serê çiya, ji ber ku şert û mercên hewaya xweş bûn dîsa bi ser ket.

Hempîşeyê Rîta şerpa Apa û Phurba Taşiyê ku herî zêde 21 carî hilperikîbûn serê çiya piştî vê teqawid bûbûn. Rîtayê ku di sala 1970yî de hat dinyayê, di sala 2017an de digel van herdu çiyagerên ku 21 carî hilkişîbûn serê Çiyayê Everestê hilkişîbû Everestê. Rîta piştî vê di 22yê gulana 2018an de cara 22yemîn hilkişiyabû çiya û di vê qadê de rekoreke şexsî hildabû.

Îsal, 378 çiyager ji bo hilkişin Çiyayê Everestê hewl didin. Rêberên çiya yên ji Nepalê jî digel van çiyageran hildikişin çiya.

Ji niştecihên Çiyayên Hîmalayê ku di navbera Nepal û Tîbetê da ne ra "şerpa" tê gotin. Şerpayên ku li coxrafyayeke çiyayî dijîn, rêberiya turîstên rojavayî yên tên herêmê dikin. Di zimanê rojavayiyan de şerpa di wateya "rêber" de tê xebitandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın