Dinya

Serokê Konseya Dewleta Libyayê: "Li Libyayê ji 7 hezarî zêdetir endamên Wagnerê ya Ûris hene"

Mahmut Geldi  | 12.12.2021 - Rojanekırın : 14.12.2021
Serokê Konseya Dewleta Libyayê: "Li Libyayê ji 7 hezarî zêdetir endamên Wagnerê ya Ûris hene"

Libyan

Serokê Konseya Bilind a Dewleta Libyayê Xalid el-Mişrî diyar kir ku li welêt ji 7 hezarî zêdetir endamên Wagnera şirketa ewlehiya Ûris a bi peretî dixebitin, hene.

Mişrî di axaftina ji ser înternetê bi hin aktîvîst û rojnamegeran ra kir da got ku Rûsan dixwest li Afrîkaya Bakur xwe nîşan bidin û ev fersend jî li Libyayê derket pêş wan.

Di berdewamiya axaftina xwe da Mişrî got: "Niha li Libyayê ji 7 hezarî zêdetir eskerên peretî yên Wagnerê hene û balafirên wan jî hene. Ev di heman demê da li Sîrte û Cufrayê jî hendekan dikolin."

Eskerên peretî yên girêdayî Wagnera şirketa ewlehiya Ûris ji sala 2019an vir va li Libyayê ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.