Serokê Amerîkayê Trump li Îsraîlê ye

 Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî agirbesta ku li Xezeyê pêk hat, ji bo ziyareteke ku dê ji 4 saetan kêmtir biajo, gihîşt Îsraîlê.

Balafira Trump gihîşt Balafirgeha Ben Gurion a li nêzîkî Tel Avîvê.

Trumpê ku piştî agirbesta li Xezeyê hat herêmê, li Ben Gurionê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin. Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, Serokwezîr Binyamin Netanyahu û her wiha gelek wezîr û peywirdaran, pêşwazî li Trump kir.

Trump dê ji bo ziyareta xwe ya ku dê ji 4 saetan kêmtir biajo, ji Balafirgeha Ben Gurion derbasî Qudsa Rojava bibe.

Trump li vir dê xîtabî Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) bike û bi dû ra dê derbasî Tel Avîvê bibe û her wiha bi dîlên Îsraîlî û xizmên wan ra were cem hev.

Trump bi dema herêmî di saet 13.00an da ji bo beşdariya Zîrweya Aştiyê ya Şarm el-Şêxê ya dê ji bo rêkeftina agirbesta li Xezeyê bicive, ji Îsraîlê berê xwe bide Misirê.