Dinya

Serokwezîrê Iraqê Kazimî diyar kir ku rejima Seddam bi milyaran dolar revand derveyî welêt

Haydar Karaalp  | 15.09.2021 - Rojanekırın : 16.09.2021
Serokwezîrê Iraqê Kazimî diyar kir ku rejima Seddam bi milyaran dolar revand derveyî welêt

Baghdad

 Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî diyar kir, di dewra rejima Seddam Huseyînê maxlûb da bi milyaran dolar revandin derveyî welêt û wiha dewam kir, "Di mijara têkoşîna gendeliyê da ew paşve gav navêjin û moralê xwe xerab nakin."

Kazimî li Bexdayê beşdarî "Konferansa Navneteweyî ya seba Îadeya Malên Hatine Dizîn" bû û tê da axivî.

Kazimî diyar kir ku li welêt di dewra şerê mezheban da jî (2006-2008) gendelî hat kirin û wiha dewam kir, "Înşakirina dewleta muessîs li ser me ferz dike ku em bi rûberî gelê xwe bikevin. Ji roja ewil vir va armanca me ya sereke ew e ku em bi gendeliyê ra têbikoşin. Me ji bo vê bi erka darazê û saziya şefafiyetê ra komîteyeke hevpar ava kir. Vê komîte di nav salekê da dosyeyên 17 salan ên ku nehatinbe îfşakirin, derxistin holê."

Kazimî got, "Gendelî û teror heman tişt in." û wiha dewam kir, "Di dewra rejima berê da jî bi milyaran dolar revandin derveyî welêt. Di mijara têkoşîna gendeliyê da ew paşve gav navêjin û moralê xwe xerab nakin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.