Dinya

Serokwezîra Swêdê Andersson got dixwazin ku hevklariya bi Tirkiyeyê ra zêde bikin

Atila Altuntaş  | 18.05.2022 - Rojanekırın : 18.05.2022
Serokwezîra Swêdê Andersson got dixwazin ku hevklariya bi Tirkiyeyê ra zêde bikin

Stockholms Lan

 Serokwezîra Swêdê Magdalena Anderssonê diyar kir welatê wê dixwaze ku di nav NATOyê da bi Tirkiyeyê ra hevkariyê zêde bike û got ku wekî NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) di têkoşîna dijî her cure terorê da cî digire.

Anderssonê bi Saulî Nîînistoyê Serokomarê Fînlandiyayê yê ji bo ku têkiliyên fermî dayne hat Stockholma paytextê Swêdê ra hevdîtin kir. Herdu serokan paşê civîna çapemeniyê li dar xist.

Anderssonê got giringiyê didinê ku bi Tirkiyeyê ra di nav NATOyê da mizakereyê bikin û got ku "Em dixwazinku Swêd di nav NATOyê da bi Tirkiyeyê ra hevkariya xwe zêde bike. Swêd wekî NATO û YEyê li pişt têkoşîna dijî her cure terorê ye. Em ji bo çareserkirina pirs û pirsgirêkên heyî bi ji bo diyaloga bi Tirkiyeyê ra amade ne."

Anderssonû behs kir amade ne ku Tirkiyeyê jî ziyaret bikin û Swêd û Fînlandiya ji bo endamtiya NATOyê roja çarşemê dê serîlêdana hevpar bikin.

Saulî Nîînistoyê Serokomarê Fînlandiyayê jî diyar kir şaş mane ku Tirkiye dijî endamtiya NATOyê ya Fînlandiya û Swêdê derdikeve û destnîşan kir ku ji bo diyaloga bi Enqereyê ra amade ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.