Dinya, Koronavîrus

Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Boris Johnson ji ber Kovîd-19ê rakirin nexweşxaneyê

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Boris Johnson ji ber Kovîd-19ê, rakirin nexweşxaneyê.

Ahmet Aydın   | 05.04.2020
Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Boris Johnson ji ber Kovîd-19ê rakirin nexweşxaneyê

Greater London

Serokwezîrê Keyaniya Yekbûyî Boris Johnson berî nuha testa wî ya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) pozîtîf derketibû rakirin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîriya Keyaniya Yekbûyî de hat gotin, "Serokwezîr li ser pêşniyaza doktor vê êvarê bi mebesta testan rakirin nexweşxaneyê."

Hat ragihandin ku nîşanên Kovîd-19ê li Serokwezîrê 55 salî didomin û rakirina wî ya nexweşxaneyê bi mebesta tedbîrê ye.

Johnson ji ber agir û kuxikê 27ê adarê testa xwe kiribû û encam pozîtîf derketibû û ji wê demê ve xwe îzole kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın