Behlül Çetinkaya
22 Hezîran 2026•Rojanekirin: 22 Hezîran 2026
Serokwezîrê Îngiltereyê Keîr Starmer anî ziman, partiya wî ji wî ra gotiye ku di hilbijartinên pêş da ew wî wek serok naxwaze û îstifaya xwe ragihand.
Serokwezîr Starmer li ber Avahiyê Serokwezîrtiyê ya li Londrayê ya ku Nimreya wê 10 e daxuyanî da û got roja ku ew wek Serokwezîr hatiye hilbijartin roja herî serbilind a jiyana wî ye.
Starmer diyar kir şansê wî çêbûye ku ew bikaribe jiyana bi mîlyonan kesan a li welêt bi awayekî erênî biguherîne û wiha got: "Ev rêwîtî ne hêsan bû. 6 sal berê, min Partiya Karkeran a ku ji hêla siyasî, darayî û exlaqî va îflas kiribû wek mîrat hilda. Ji min ra gelek caran hat gotin ku partiya min qediya ye, ketiye nav dîrokê, di hilbijartinan da ji piraniyê bidestxistinê li hêlekê bihêle, em ê nikaribin piraniyê jî bi dest bixin."
Starmer daxuyand wî guh nedaye van gotinan û ji hêla aborî, parastin û ewlehiya neteweyî va di partiya xwe da pêbaweriyê pêk aniye.
Starmer wiha dewam kir: "Pirsa niha ne ew e ku kî kesê herî guncaw e ku Partiya Karkeran ber bi desthilatdariyê va bibe û dest bi xebatên girîng bike da ku jiyana bi mîlyonan kesan baştir bike. Bersiva van pirsan berê hatine dayîn. Pirsa ku partiya min dipirse ev e ku gelo ez kesê herî guncaw im ku partiyê ber bi hilbijartinên giştî yên bê va bibim. Min bersiva ku ji hêla koma me ya parlementoyê va hatiye dayîn bihîst û ez vê bi kêfxweşî qebûl dikim. Her biryareke ku ez didim welatê min ê ke ez gelekî jê hez dikim derdixe pêş. Ji ber vê yekê, ez ji serokatiya Partiya Karkeran îstifa dikim. Min vê sibê biryara xwe ji Qralê Birêz ra jî ragihand."
Starmer anî ziman ku ew ê piştgiriyê bide kesê ku wê hilbijartin, spasiya jina xwe û malbatan xwe kir û giriya.