Dinya

Serokomarê Nîjeryayê Buxarî: "Di warê vejen, pîşesaziya parastinê, maden û hîdrokarbonê da me peyman îmze kirin"

Adam Abu-bashal  | 20.10.2021 - Rojanekırın : 21.10.2021
Serokomarê Nîjeryayê Buxarî: "Di warê vejen, pîşesaziya parastinê, maden û hîdrokarbonê da me peyman îmze kirin"

Abuja

 Serokomarê Nîjeryayê Mihemmed Buxarî, "Di warê vejen, pîşesaziya parastinê, maden û hîdrokarbonê da me peyman îmze kirin. Em hêvî dikin ku ev peyman demildest bên sepandin."

Buxarî û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtinên dualî û di nav heyetan da daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.

Serokomarê Nîjeryayê Mihemmed Buxarî diyar kir di serdanê da ji xeynî pêwendiyên dualî gelek mijaran gotûbêj kirine û got ku têkiliyên Tirkiye û Nîjeryayê di rewşeke baş da ne.

Buxarî diyar kir bi Tirkiyeyê ra di warê vejen, pîşesaziya parastinê, maden û hîdrokarbonê da me peyman îmze kirine û got ku em hêvî dikin ku ev peyman demildest bên sepandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın