Dinya

Serokomarê Iraqê eşkere kir ku ji 600î zêdetir xwepêşandêr hatin kuştin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih eşkere kir ku di çalakiyên ku ji 3 mehan zêdetir e li welêt dewam dikin da ji ber çalakiyên tundiyê yên "kesên ku qanûnê nas nakin" ji 600î zêdetir xwepêşandêr hatin kuştin.

Önder Beyter  | 23.01.2020 - Rojanekırın : 23.01.2020
Serokomarê Iraqê eşkere kir ku ji 600î zêdetir xwepêşandêr hatin kuştin

Iraq

 Serokomarê Iraqê Berhem Salih eşkere kir ku di çalakiyên ku ji 3 mehan zêdetir e li welêt dewam dikin da ji ber çalakiyên tundiyê yên "kesên ku qanûnê nas nakin" ji 600î zêdetir xwepêşandêr hatin kuştin.

Salih di Foruma Aboriyê ya Dinyayê ku li bajarokê Davosê yê Swîsreyê bi rê diçe da axivî û diyar kir ku ciwanên Iraqî ji bo jiyaneke çêtir, ji bo zêdetir derfetên kar û şixul, ji bo başkirina sektora xizmetê û herwiha ji bo bidawîbûna geldeliya ku welat felç kiriye, xwepêşandanan li dar dixin.

Salih wiha xeberda, "Ji ber çalakiyên tundiyê yên qanûnnenasan, ji 600î zêdetir xwepêşandêrên aştîxwaz ku piraniya wan ciwan in hatin kuştin."

Salih bal kişand ku xwepêşandêr, rêveberiyeke siyasî ya demokratîk û hilbijartinên azad û şefaf ên li gorî nasnameya wan a kolektîf dixwazin û herwiha hilbijartina pêşwext têrê dike ku xwepêşandanên gel bi dawî bibin.

Salih li ser aloziya Amerîka û Îranê û herwiha Iraqa ku di navbera van herdu welatan da bûye qada şer wiha got, "Em hewil didin ku digel her kesî ra peywendiyên baş daynin. Şer û pevçûnên ku di nava vebijêrkên me da nîne, dê bi tu awayî bi kêrî me neyê."

Salih herwiha bal kişand ku tu welat nikare li ser Iraqê ferz bike ku ew ê bi kê ra û çawa peywendiyê dayne û wiha got, "Polîtîkayên tên meşandin û peywendiyên aborî û dîplomatîk ne bi serkêşiya yên din, lêbelê divê bi serkêşiya berjewendiyên neteweyî bên birêvabirin."

- Xwepêşandanên li Iraqê

Li Iraqê ji 1ê Cotmeha 2019an vir va jı ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandanên dijî hikûmetê tên lidarxistin.

Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ji ber protestoyan 29ê mijdarê îstifa kir, lê dîsa jî li welêt hikûmeta nû nehat damezirandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.