Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn civiyan
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ra wiha got, "Bi vê wesîleyê bi taybetî em ê geşedanên li Sûriyeyê gotûbêj bikin bawer dikim ku wê vê herêmê rehet bike."
Erdogan û Putîn li Rûs Sanatoryumê hatin bal hev.
Serokomar Erdogan di destpêka civînê da ku ji çapemeniyê ra vekirîbû got ku bi vê wesîleyê bi taybetî em ê geşedanên li Sûriyeyê gotûbêj bikin û bawer dikim ku wê vê herêmê rehet bike.
Erdogan got ku hevdîtina me ya îro ji bona rola Tirkiye û Rûsyayê ya li herêmê nîşan dide zehf girîng e.
- "Tirkiye feydeyeke mezin dide asayîbûna rewşa li herêmê"
Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn diyar kir bi Erdogan ra di serî da qeyrana li Sûriyeyê wê meseleyên herêmî gotûbêj bikin û got ku Tirkiye feydeyeke mezin dide asayîbûna rewşa li herêmê.
Putîn got ji ber ku ji Rûsyayê bênavber xaza siruştî diherike û divê Ewropa ji Tirkiyeyê ra minetdar be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.