Ahmet Dursun
18 Hezîran 2026•Rojanekirin: 18 Hezîran 2026
Pezeşkiyan rêkeftinnameya bi Amerîkayê ra hat îmzekirin ya îmzeyên wî, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîfê navbeynkar li ser hene, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê parve kir.
Pezeşkiyan di peyama xwe da wiha got:
"Ev, ji bo Îrana bihêz belge û peyameke dîrokî ye. Aştî dê bi siya rêzgirtina dualî pêk were. Komara Îslamî ya Îranê bi parastina rûmet û serxwebûna xwe û her wiha bi parastina pêşketin û hevkariyên herêmî va timî pabendî aştiya kurewî ye. Ev deq, olandana dengê gelekî ye ku bi tu gefxwarin û zextê va dev ji rûmet û serxwebûna xwe bernade. Ev, encama berxwedana neteweyî, rasyonalîzma siyasî û dîplomasiya berpirsiyar bû."