Tolga Akbaba
23 Hezîran 2026•Rojanekirin: 23 Hezîran 2026
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan destnîşan kir hevdîtinên digel DYAyê tenê bi wî awayî pêkan e bi bandor bin ku alî pabendî bi berpirsyariyên xwe yên di deqa mitabeqetê da bin.
Pezeşkiyan ji ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xê derbarê hevdîtinên digel DYAyê da daxuyanî da.
Pezeşkiyan destnîşan kir ku her daxuyaniya aliyan a li dervayî deqa lihevkirî were kirin dê bandoreke neyînî li ser danûstandinan bike û got, "Hevdîtinên digel DYAyê tenê bi wî awayî pêkan e bi bandor bin ku alî pabendî bi berpirsyariyên xwe yên di deqa mitabeqetê da bin û bendên mitabeqetê bê kêmasî werin cîbicîkirin."
Pezeşkiyan her wiha destnîşan kir ku pêşketina di pêvajoya danûstandinan da dê bi bicihanîna rastî ya berpirsiyariyan were pîvandin.