Ahmet Dursun
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir, ew naxwazin bi Amerîkayê ra şer mezin bibe, lê Îran wê seba parastina yekparetiya axa xwe û berjewendiyên xwe yên neteweyî bi hemû hêza xwe va tevbigere.
Li gor IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, li paytext Tehranê Merasima Bernameya Hekîmtiya Malbatê ya Neteweyî hat lidarxistin û Pezeşkiyan beşdarî vê merasimê bû û tê da axivî.
Pezeşkiyan li ser pevçûnên ku bi Amerîkayê ra dewam dikin axivî û der barê êrîşên Amerîkayê yên ku Îranê dixin hedef da wiha got, "Em ê yekparetiya axa xwe bi hemû hêza xwe va biparêzin, lêbelê em naxwazin şer mezin bibe yan jî em naxwazin şer bidomînin."