Dinya

Serokomar Erdogan gotarek pêşkêşî Lijneya Giştî ya NYê kir

Mehmet Tosun  | 21.09.2021 - Rojanekırın : 23.09.2021
Serokomar Erdogan gotarek pêşkêşî Lijneya Giştî ya NYê kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di serdemeke wisa de ku bi milyonan mirov di nava lepê vîrusê de keftûleftê dike, hê jî netewperestiya aşiyê tê meşandin, ev li ser navê mirovayetiyê şermeke mezin e."


Erdogan li Hola Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di hevdîtinên 76emîn Lijneya Giştî ya NYê de gotarek pêşkêşî beşdaran kir.

Erdogan bi silavdayina beşdarên Lijneya Giştî dest bi axaftinê kir û hêvî xwest ku 76emîn Lijneya Giştî bibe sedema xêrê ji bo hemî mirovahî welatan.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe de bal kişand rewşa Rojhilata Deryaya Spî û wiha got, "Lazim e êdî dev ji têgehiştina tunehesibandina Tirkiyeyê ya ku li Rojhilata Deryaya Spî xwediyê sînorê herî mezin e, berdin."

- Têkoşana dijî Kovîd-19ê

Erdogan ji bo vaksînên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) wiha got, "Di serdemeke wisa de ku bi milyonan mirov di nava lepê vîrusê de keftûleftê dike, hê jî netewperestiya aşiyê tê meşandin, ev li ser navê mirovayetiyê şermeke mezin e."

Serokomar Erdogan heriwha got, "Ez dixwazim bêjim ku dê aşiya me ya xwe malî TURKOVAC di demeke kurt de dê têkeve xizmeta gelê me û di heman demê ya hemî mirovahiyê."

- Qeyrana Sûriyeyê

Erdogan bangawazî li civaka navneteweyî kir û wiha got, "Civaka navneteweyî pêdivê destûrê nede ku 10 saleke din qeyrana Sûriyeyê bidome."

Serokomar Erdogan li ser rêxistinên terorê yên ku li ser rêxistinên terorê yên ku li Sûriyeyê fealiyetê nîşan didin wiha got, "Nabe ku cudakarî di navbera rêxistinên terorê yên li herêmê bê kirin û ew weke taşeronan bên bikaranîn."

- Pêlên koçberiya penaberan

Erdogan bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyeyê hejmarek gelek penaber di nava xwe de hewand û got, "Weke welatekî ku di qeyrana Sûriyeyê deme rûyê mirovahiyê spî kir, êdî ji bo pêşwazîkirina pêlek din a koçê ne derfet û ne jî tehemmula me heye."

- Îxtilafa Îsraîl-Filistînê

Serokomar Erdogan derbarê îxtilafa Îsraîl-Filistînê wiha got, "Pêvajoya aşitiyê û vîzyona çareseriya bi du dewletî, pêdivê bê derengxistin jinûve were vejandin."

- Guherankariya Îqlîmê

Erdogan li ser ijara guherankariya îlîmê jî axivî û wiha got, "Ew tesbîta me ya ku em di her firsetê de dibêjin 'Cîhan ji 5an mezintir e', em di warê guherankariya îqlîmê de jî dubare dikin. Kê herî bêtir zirar dabe rûyê erdê, kê çavkaniyên siruştî bi awayekî dirinde mêtibe, divê di warê dijî guherankariya îqlîmê de jî piştevaniya herî mezin bidin."

Serokomar Erdogan wiha pê de çû:

"Em plan dikin meha bê Peymana Îqlîmê ya Parîsê, bi awayekî guncaw bi gavên erênî re û di çarçoveya beyana me ya piştevaniya millî de, pêşkêşî pesenda meclisê bikin. Tirkiyeya ku ji bo hermî cure pirsên kurewî, qeyran û bangawaziyan guhê nagire, dê di warê guherankariya îqlîmê û parastina wê de jî, çi bikeve ser millê wê dê bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.